Li bajarên Ezaz û Efrînê 3 welatiyên Kurd hatin revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî Efrîniyan bê navber dewam dike.
Li bajarê Ezaz û Efrînê 3 welatiyên kurd hatin revandin.
Li navçeya Şera jî di encma bihevketina çeteyan ya ji bo parvekirina şûnwarên talankirî du çete hatin kuştin.

Her diçe zext û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrîniyan zêde dibe.

Rêxistina Mafên mirovan a Efrîn-Sûrî ragihand ku li bajarê Ezazê çeteyên dewleta Tirk ji ber nesnameiyên wan bi ser Efrînê ve ne, du sivîl revandin.

Çeteyan şêniyên bi navê Mezên Yûsiv Xelîl yê ji gundê Qere Golê û Aslan Rizo yê ji gundê Şêx Xorzê yên navçeye Bilbilê revandin.

Li gorî rêxistinê, sivîlê bi navê Mezên di encama êşkenceyên giran de lingê wî hat şikandin.

Li gundê Qestelê Kişk yê Efrînê jî çeteyan şêniyê bi navê Xalid Selah Şêx Mûsa revand.

Rêxsitinê destnîşan kir ku 26’ê meha borî, Xalid hat revandin ji bo berdan wî jî çeteyan 5 hezar Lîreyê Tirk ji malbata wî xwestin.

Li navenda Efrînê malên Kurdan bi erzanî tên firotin

Malpera Afrinpost jî ragihand ku li navenda Efrînê çeteyan sê malên şêniyê bi navê Heyder Bereket destekirin û her malek bi 800 dolar firotin.

Li taxa Mehmûdiyê yê bajarê Efrînê jî çeteyan mala şêniyê bi navê Nûrî Mihemed ê ku destser kiribû bi hezar û 200 dolar firotin.

Li heman taxê jî çeteyekî ji Dêrazorê mala şêniyê bi navê Ehmed Elî yê ji gundê Şîtka ku destserkiribû bi hezar û 700 dolar firot.

Li ser parvekirina şûnwarên talankirî du çete hatin kuştin

Li aliyekî din, çeteyan ji bo nokokiyên li ser parvekirina malên ku destsekirine û şûnwarên talankirî, rojane bi hev dikevin.

Herî dawî, duh li gundê Dêwrîş yê navçeya Şera çeteyên koma bi navê “Siqûr El-Şemal” û koma “Ceyş El-Nuxbe” yên dewleta Tirk, bi hev ketin.

Rêxsitinê diyar kir ku ji ber nakokiya li ser parvekirina şûnwarên ku ji devera keleha Nebî Horî talan kirine, çete bi çekên giran bi hev ketin.

Hat ragihand ku di encamê de du çete hatin kuştin û zêdeyî 6 çete jî birîndar bûn.

Back to top button