HPG: Dewleta Tirk Zap, Metîna û Avaşîn bombebaran kir

HPG’ê ragihand dewleta Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da.

HPG’ê destnîşan kir Gundê Hiror, Girê Şehîd Azad, qadên Kêste û Derarê yên herêmên Metîna,
Gundê Rencbirax, Ciloyê biçûk yê herêma Zapê û deverên Mervanos, Girê Spî, Girê Şehîd Dilovan û Banista yên herêma Avaşînê bi hawan û helîkopteran hatin bombebaran kirin.

Hat diyar kirin di van êrîşan de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Li aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG a nasnameya 2 gerîlayên bi navê Berwelat Mazlûm û Gulistan Çiya ku 12’ê Hezîrana 2021 li Zapê şehîd bûbûn, eşkere kir.

HPG’ê ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Back to top button