Koordînasyona PAJK’ê li ser girîngî, pêwîstî û stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî, daxuyanî da. PAJK’ê got: “Weke gel û tevger karê me yê sereke pêşxistina Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. Divê em pêşxistina Şerê Gel ê Şoreşgerî, bikin navenda hemû xebatên xwe.”
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê-PAJK’ê li ser girîngî, stratejî û pêwîstiya Şerê Gel ê Şoreşgerî, bi nivîseke ku li ser malpera xwe ya înternetê weşandiye, nirxandin kir.
PAJK’ê diyar kir ku divê berî her tiştî mirov hewl bide ku Şerê Gel ê Şoreşgerî rast pênase bike, fêm bike û wiha got: “Em weke gelê herî qedîm û berxwedêr ê dîrokê, em hê jî li ser pîvana parastina xwe ya gelê Kurd nîqaş dikin û dixwazin vê yekê bi awayekî herî rast pêk bînin.
Em careke din rewşa ku pergala kapîtalîst di şexsê gelan û jinan de aniye serê mirovahiyê, bi zelalî dibînin.
Hemû êş û pêkanînên krîza pergalê û serdema kaosê rasterast bandorê li me dike.
Rewşa herî berbiçav ya van encaman Kurdistan e.”
PAJK’ê li ser stratejiya şerê gel ê şoreşgerî jî got: “Tê zanîn ku qonaxa yekem a stratejîk, serdema partîbûnê ye.
Serdema avakirina berxwedanê ya li ser xeta fedayî, israra di jiyana azad û demokratîk de bi şikandina hevkarî, teslîmiyet û xiyanetê bû.
Bi pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an re pêvajoya pêkanîna vê stratejiyê hate pêşxistin.
Ji vê re “Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj” hate gotin.
Bi giştî stratejiya têkoşînê ya şerên rizgariya neteweyî îfade dikir.
Armanca Şerê Gel ê Demdirêj pêşîlêgirtina rejîma qirkirinê, komkujiyên rejîma 12’ê Îlonê û bi derbkirina rejîma qirkirinê re parastina hebûna Kurd bû.
Şerê Gel ê Şoreşgerî bû navê şerê parastina hebûna xwe û misogerkirina azadiya xwe.”
PAJK’ê bal kişand ser girtinagiya xebatên meclis û komûnan jî û ev tişt hat gotin: “Xebatên meclîs û komunan ku xwerêveberiya rêxistinbûna gel û têkoşîna demokratîk e, bingeha avakirinê ye.
Divê meclîs û komun weke meclîs û komunên şer bin.
Divê her tax, kolan, gund û navçe bi xweparastinê were birêxistinkirin.
Ger Kurdek nikaribe tax, mal û bajarê xwe biparêze rêxistin bê wate ne.”
PAJK’ê dawiyê de ev bang kir: “Werin em bi dirûşmeya ‘Di jiyanê de Azadî, Di Şer De Serkeftin’ bi pêş bixin.
Werin em ji bo azadiya gelê xwe û tinekirina dijminê xwe têbikoşin û pêşxistina Şerê Gel ê Şoreşgerî, bikin navenda hemû xebatên xwe.”