Pêşnûmeya ji bo efukirina alîgirên serxwebûna Katalanê

Pêşnûmeya ku ji aliyê hikûmeta Sosyalîst a Pedro Sanchez a li Spanyayê ve ji bo piştgiriyê bide serxwebûnxwazan pêşniyar kiribû, li hemberî 172 dengan bi 178 dengî hate qebûlkirin.
Tê payîn ku nêzî 400 kes ji efûyê sûd werbigirin.

Qanûna efûyê ya ku hikûmetê ji bo aktîvîstên Katalan ên alîgirê serxwebûnê yên ku ji ber hewldana perçebûnê ya têkçûyî ya Katalonyayê ya di sala 2017’an de hatibûn mehkûmkirin an jî hatin darizandin, hat qebûlkirin.

Pêşnûmeya ku ji aliyê parlementerên Spanyayê ve hat pejirandin ji bo Serokwezîrê Sosyalîst Pedro Sanchez pir girîng bû.

Pêşnûmeya ku Partiya Sosyalîst bi du partiyên Katalan ên alîgirê serxwebûnê re li hev kir, li hemberî 172 dengan bi 178 dengî hat qebûlkirin.

Li parlamentoya Spanyayê dengdan hat kirin

Qanûna efûyê ji dema ku Sanchez di sala 2018’an de hat ser desthilatdariyê, metna herî bi nakok bû ku li parlamentoyê hate dengdan.

Tê payîn ku nêzî 400 kes ji efûyê sûd werbigirin.

Hikûmeta herêma Katalonya ya bi serokatiya Carles Puîgdemont di sala 2017’an de bi awayekî yekalî biryara xwerêveberiyê dabû û di dîroka hemdem a Îspanyayê de krîza siyasî ya herî giran derketibû holê.

Hikûmeta rastgir a wê serdemê îradeya Katalonyayê tepisand û lîderên wê cezayê girtîgehê birî.

Pêşnûme bi 178 dengî hat pejirandin

Sê sal berê, Sánchez neh aktîvîstên alîgirê serxwebûnê yên ku ji ber rola wan di bûyerên 2017’an de hatine mehkûmkirin efû kirin,

lê dijberiya xwe ya li dijî efûyê di dema kampanyaya hilbijartinên parlemantoyê de di Tîrmehê de eşkere kir.

Encamên hilbijartinên ku di 23’ê tîrmehê de pêk hatin, dihêle ku Sanchez bêyî piştgiriya du partiyên Katalan ên serxwebûnxwaz nekare li ser desthilatdariyê bimîne.

Tê payîn nêzî 400 kes ji efuyê sûd werbigirin

Partiyên Katalan jî bi şert piştgirî dan Sanchez.

Yekemîn dengdana qanûna efûyê di 30’ê Çileyê de hatibû kirin, lê 7 parlementerên partiya Puîgdemont li dijî vê yekê derketin û pêşnûme nehat qebûlkirin.

Ji ber vê yekê, Sosyalîst neçar bûn ku danûstandinan ji nû ve bidin destpêkirin û daxwazên partiyên Katalan qebûl bikin.

Back to top button