​​​​​​​Nexweşxaneya Dil û Çavan hewl dide barê şêniyan sivik bike

Rêveberiya Nexweşxaneya Dil û Çav hewl dide barê lêçûnên tenduristiyê ji ser nexweşan sivik bike.
Cara yekemîn cîhazê “Eximer Lasik” li nexweşxaneyê hat aktîvkirin û niha kadroyên tendrustiyê perwerdeyê li ser dibînin.
Dr. Mistefa Ebdulkerîm da zanîn ku di demeke kin de wê ev cîhaz bikev xizmetê.

Berê hemû nexweşên herêma Cizîrê ji bo çêkirina emeliyata çavan neçar bû ku biçin Şamê.

Ji ber ku cîhaza “Excimer Lasik” ku emeliyatên çavan bi rêya lêzer çêdike tune bû.

Nexweşan ji ber lêçûnên emeliyetê û ya rê gelek zehmetî didîtin.

Rêveberiya nexweşxaneya Çav û dil a Qamişlo cara yekemîn li herêma Cizîrê cîhaza “Excimer Lasik” li nexweşxaneyê aktîv kir.

Ev cîhazê herî pêşketî di aliyê dermankirina nexweşiyên çavan de, ku tê de îşiqa lêzer tê bikaranîn, armanc jê xilasbûna ji berçavkan e.

Niha kadroyê tenduristiyê li ser vî cîhazî bi çavdêriya bijîşêkên Helebê tên perwerdekirin.

Pisporê nexweşiyên çavan Dr. Mistefa Ebdulkerîm da zanîn ku wê bijîşk di demeke kin de piştî çend rûniştan perwerdeyê bi dawî bikin.

Ebdulkerîm destnîşan kir ku dê cîhaz di demeke nêz de bê xebitandin, her wiha emeliyata “Lasik” emeliyateke xweşikkirinê ye û armanc jê xilasbûna ji berçavkan e.

Di beşê nexweşiyên çavan û dermankirina wan de gelek cîhazên pêşketî hene.

Her wiha Nexweşxaneya Dil û Çav bi nirxekî kêm emeliyatên dil û çavan çêdike.

Back to top button