Rojnamevan Hêmin Hesen derbarê hevdîtinên rayedarên Tirk li Iraq û Hewlêrê axivî

Beriya demekê berpirsên Tirkiyê yên Mît û Wezareta Şer serdana Hewlêrê kir.
Piştre wezîrê karê derve jî berê xwe da Hewlêrê û bi Barzaniyan re civiya.
Derbarê hevdîtina Barzanî û rayedarên tirk de rojnameger Hêmin Hesen axivî û got:
Tirkiyê dixwaze bi artêşa Iraqê û hêzên PDK’ê şerê PKK’ê bike.
Lê ti niyeta Iraqê ya şerê li dijî PKK’ê nîne.
Meseleya Tirkiyê ne PKK’ê ye, dijminatiya Kurdan e.

Berpirsên Tirkiyê ji bo Iraqê û başûrê Kurdistanê di nava çûn û hatinê de ne.

Bi berpirsên hikûmeta Bexda û Hewlêrê re civîn û hevdîtinan pêk tînin.

Piştî serdana serokê mîtê û wezîrê şer, wezîrê karê derve yê Tirkiyê serdana Hewlêrê kir û li gel Barzaniyan hevdîtin pêk anîn.

Rojnameger Hêmîn Hesen derbarê hevdîtina Barzanî-Fîdan de axivî û ev tişt anî ziman:

“Tirkiye plana operasyoneke berfireh dike.

Ji bo vê jî piştgiriyê ji Iraq û Herêma Kurdistanê dixwaze.

Hêmin Hesen: Meseleya Tirkiyê ne PKK’ê ye dijminatiya kardan e

Meseleya Tirkiyeyê ne PKK ye, dijminatiya li kurdan e.

Dixwazin hemû hêz û berpirsên hikûmetê yên Iraq û Herêma Kurdistanê bikşînin nav şerê li dijî PKK’ê.”

Her wiha Hêmin Hesen da zanîn ku Tirkiyê dixwaze aliyên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî kurdan di navbera xwe de bide şerkirin û wiha domand:

Bi vê yekê re dewleta tirk dixwaze tenê şer ji dûr ve temaşe bike û dema pêwîst kir jî xwe bide aliyekî.

Ji bilî vê tu armanceke din a Tirkiyeyê nîne.

Hêmin Hesen: Iraq serê xwe li ber Tirkiyê natewîne

Hêmin Hesen balkişand ser siyaseta şantajê ya dewleta tirk li dijî Iraqê û got:

Rayedarên tirk bi avê gef li Iraqê xwariye lê Iraqê li hemberî van gefan tawîz nedaye.

Hêmin Hesen: Niyeta Iraqê ya şerê li dijî PKK’ê nîne

Iraq ne tenê ji êrişên Tirkiyê bi giştî jî bi êrişên hêzên derve yên li ser xaka Iraqê aciz e.

Ti niyeta Iraqê ya şerê li dijî PKK’ê nîne.

Gef û şantajên dewleta tirk Iraqê bandor nake.

Hêmin Hesen: Ji ber YNK’ê bi ya Tirkiyê nake gefan lê dixwe

Rojnameger Hêmîn Hesen di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser helwesta YNK’ê û got:

“Ji ber ku helwesta xwe ya neteweyî, her tim rastî gefên dewleta tirk tê.

Ev demekî dirêj e dewleta tirk gefan li YNK’ê dixwe.

YNK’ê ti carî hevkariya dewleta tirk nake.”

Back to top button