Herêm Mehmûd: Ramanên Rêber Apo dikare cîhanê ji karesatê rizgar bike

Endamê Komîteya ji Abdullah Ocalan re Azadî ya li Başûrê Kurdistanê Herêm Mehmûd û Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê a Kantona Firatê Bekir Ceradê derbarê komployê de axivîn û gotin:
“Dewletên hegemon xwestin di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd tune bikin.
Tenê fikirê Rêber Apo dikare gelên cîhanê ji karesatê rizgar bike.
Divê her Kurdek azadîxwaz ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşe.”

25 sal bi ser Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re derbas bûn.

Di 25’emîn salvegera komployê de tecrîd û êşkenceyek giran li ser Rêber Apo li Girtîgeha Îmraliyê tê meşandin.

Endamê Komîteya ji Abdullah Ocalan re Azadî ya li Başûrê Kurdistanê Herêm Mehmûd derbarê komplo û tecrîda girankirî axivî.

Herêm Mehmûd diyar kir ku dewletên hegemon bi vê kampanyayê xwestin doza Kurd têk bibin û got:

“Heya niha jî ev komplo bi rêbazên cûda dewam dike.

Rêber Ocalan karî li Îmraliyê têkoşînek mezin pêşbixe û bigihîne hemû Rojhilata Navîn û gelên cîhanê.

Tevî 25 salin tecrîd tê maşandin, lê dijmin bi ser neketiye.

Tenê fikirê Rêber Apo dikare gelên cîhanê ji vê karesata niha rizgar bike.

Li Rojavayê Kurdistanê li ser bingehê fikirê Rêber Apo hemû gel bihevre jiyan dikin û xwe birêve dibin.

Başûrê Kurdistanê ku niha di rewşek xirab deye.”

Herêm Mehmûd: Divê her kes li fikirê Rêber Apo xwedî derkeve

Mehmûd di dawiyê de anî ziman ku divê her kes li fikirê Rêber Apo xwedî derkeve, bi taybet jî li Başûrê Kurdistanê.

Bekir Ceradê: Rêber Apo dikare tevahî pirsgirêkên rojhilata navîn çareser bike

Her wiha Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê a Kantona Firatê Bekir Ceradê jî yê ku di sala 1989’an Rêber Apo dîtiye li ser heman mijarê axivî û got:

“Mirov hezkirina azadiyê, di axaftin û sekna Rêber Apo de dibîne.

Rêber Apo dikare tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike.

Xwestin di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd tune bikin.

Ev 25 salin gelê Kurd ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşe.

Kes nikare Kurdan tune bike.

Divê êdî pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.”

Bekir Ceradê: Divê her kurdek azadîxwaz ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşe

Ceradê di dawiya axaftina xwe de wiha got:

“Ji bo em jiyanekî azad bijîn, divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bibe.

Divê her Kurdek azadîxwaz ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşe.”

Back to top button