L i Îzmîrê erdhej..28 kesan jiyana xwe ji dest da nêzî hezar kes birîndar bûn

Ev du rojin li tirkiyê dem dem erdhej pêk tên. Îro jî li herêma Seferîhîsar ya Izmîr a li rojavayê Tirkiyê, erdhejek din pêk hat. Bîlançoya erdheja doh jî giran dibe.

Jimara kesên jiyana xwe ji dest dayîn gihişt 28’an û nêzî hezar kes jî birîndar bûne. Şandeya HDP’ê ya bi serkêşiya Hevserokê Partiyê Mîthat Sancar jî serdana birîndarên erdhejê kir.

Li vir nêzî 7 sanî dimenên dema hilweşîna binayetê bidin.

Ne deprem feqîrî dikuje.

Tevî ku Tirkiye herêmeke ya li ser xeta erdhejê ye, lê heta niha di lêkirina avahiyan de xemsariyek zêde heye.

Nelirêtiyên di nava rêveberên tirkiyê û berjewendiyên wan de, bi civaka tirkiyê êşên mezin didin xwarin.

Ev 2 rojin li tirkiyê dem dem erdhej çêdibin.

Bi taybet jî ev erdhej li rojavayê Tirkiyê li herêmên Izmîrê ku li kêleka derya Spiye pêk tê.

Di erdheja bi pileya 6.6 a ku duh li navçeya Seferîhîsar a Îzmîrê pêk hat de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 28’an.

3 qatên avahiyek 11 qatî ya li navçeya Bayrakliyê hilweşiyan û avahî xwar bû.

Avahiya ku xwar bû bi piştgiriya vînçan tê ragirtin.

Bi vî awayî di avahiyê de lêgerîna xelaskirina mirovan pêk hat.

Li aliyê din, cenzayê Ayşe Kose ya dibin xirabeyên apartmana Rizabey a Bayrakli de mabû hatin dîtin.

Bi vî awayî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 28’an.

Her wiha 885 kes jî birîndar bûne.

Di nava xerabeyan de xebatên lêgerînê didomin.

Şandeya HDP’ê serdana birîndaran kir

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî serdana, welatiyên di erdhejê de birîndar bibûn kirin.

Piştre jî şandeyê berê xwe da avahiyên ku ji ber erdhejê xera bûyîn.

Back to top button