Cenazeyê şehîd Awaz Urmiyê û Mahsum Dogan hat oxirkirin

Îro Cenazeyên Şehîd Awaz Urmiyê û Şehîd Mahsum Dogan ku di pêngava “Gurzên Gelan” ya li Hesekê şehîd bibûn, bi merasîman hatin oxirkirin.

Bi sedan Şêniyê Efrînê cenazeya Şehîd Awaz ji nexweşxaneya Avrîn birin goristana Şehîdan a li navceya Ehrezê.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir..

Piştre axaftin li ser navê meclîsa malbetên Şehîdan a herêma Efrînê Fewzî Mistefa û bi navê rêveberiya xweser Şêraz Hemo ve hat kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û soza domandina riya şehîdan hat dayîn.

Paşê Wesîqeya Şihadetê hat xwendin û radestî malbata Şehîd hat kirin.

Di dawiyê de cenazeya Şehîd Awaz Urmiyê bi tilîlan spartin axê.

Cenazeyê şehîd Mahsum Dogan li Helebê bi merasîmekê hate oxirkirin

Ne tenê li Efrînê, li Helebê jî bi beşdarbûna bi sedan ji şêniyên Helebê Şehîd Mahsum Dogan bi merasîmekê hat oxir kirin.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin û soza domandina riya Şehîdan heta gihiştina welatekî azad û Demokratîk hate dayîn.

Piştre wesîqeta Şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Paşê cenazeyê Şehîd hate oxirkirin.

Back to top button