Şengalî: Ger PKK nebûya wê nîvê Êzidiyan bihatana kuştin

Piştgirya ji bo kampanya derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ berfireh dibe. Şengalî jî piştgiriya kampanyayê dikin û dixwazin ku Rêber Ocalan ji girtîgehê û PKK jî ji lîsta terorê bê derxistin.

Ji bo derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ kampanya ku li seranserî Cîhanê destpêkirin berfireh dibe.

Gelê Şengalê jî dixwazin di demeke zû de navê PKK’ê ji lîsteyê derkeve û azadiya rêber Ocelan a fîzîkî pêk were û piştgiriya xwe ji bo kampanyayê nîşandan.

Ji Serokeşîrên Şengalê Mam Seydo bal kişand ser hezkirina civakan a ji bo rêber Ocalan û diyar kir ku tevî rêbertî bi hezarê kîlometreyan dûre jî lê mirov jê re dua dikin û felsefeya wî bi cih tînin

Seydo bal kişand ser fermanên ku bi ser wan de hatiye û herî dawî ya çeteyên DAIŞ’ê û wiha anî ziman:

“Ger ne ji Rêber Apo ba û gerîla bi hewara me ve nehatibana, wê ji sedî 50’î ji me ji fermanê rizgar nebûyan wî em rizgarkirin.”

Her wiha Mam Seydo derbarê kampanya derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ de axivî û diyar kir ku divê PKK ji nava vê lîstê were derxistin.

Mam Seydo bang li hemû hêz, sazî û welatên Cîhanê kir ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta terorê û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşîn bikin.

Şengalî: Divê Rêber Apo ji zindanê û PKK ji lîsta terorê bê derxistin

Li aliyekî din hevserokê Meclisa Gel ya Digurê Kamil piştgirîya xwe ji bo kampanyayê anî ziman û got:

“PKK ne rêxistinek terore, banga me li hemû sazî û dezgehên mirovahiyê diparêzin ew e ku rêber Apo ji zindanê derxînin û PKK’ê jî ji lîsteyê derxînin.

Kamil da zanîn ku eger ne PKK’ê ba wê bi hezaran Êzidî hatibana kuştin.

Şêniyê Digurê Xelîl Cemo jî ku endamê Meclisa Gel e diyar kir PKK hêviya gelan e û nabe ku di nav lîsteya terorê de bimîne.

Xelîl Cemo fikrê Rêber Ocalan wek fikrê azadiyê binavkir û da zanîn ku rêbertî ji bo mirovahiyê têdikoşe.

Back to top button