Hêzên hikumeta Şamê bajarê Babê topbaran kir, kesek hat kuştin

Li Bajarê Babê yê dagirkirî, di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê de kesek hat kuştin.

Çavdêriya Şûrî ya Mavên Mirovan ragihand ku Îro hêzên hikumeta Şamê derdorî bajaroka Babê yê li gundewarê rojhilata Helebê topbaran kir.

Di encamê de kesek hat kuştin.

Hêzên hikumeta Şamê deverên çeteyan yên li Hema û Idlibê topbaran kirin

Hêzên hikumetê nuqteyên çeteyan ên li derdora El-Enkawî ya Sehil Xab a gundewarên bakurê rojavayê Hemayê kir.

Çavdêrî xuya kir ku dema hêzên hikumetê hewl da bi bipêş ve biçe, şer di navbera her du aliyan de rû da.

Hêzên hikumetê her wiha deverên li çiyayê Zawiyê yê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Duh jî, hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çeteyên Tirkiyê yên li bajarê Erîhayê bi giranî topbaran kir.

Di encamê de 3 zarok di nav de, 4 kes birîndar bûn.

Back to top button