Meclisa Malbatên Şehîdan 93 şehîdên ji Hesekê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne bi merasîmekê bibîranîn.
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê, malbatên şehîdan û zarokên wan, gelek fermandarên QSD’ê, Meclisa Leşkerî ya Hesekê û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Bera El Salih axivî û got:
“Em teslîmkariyê qebûl nakin û serê xwe ji kesekî re natewînin. Em ê li ber xwe bidin û rêya şehîdan bişopînin da ku vî welatî biparêzin û serkeftinê pêk bînin.”
Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Remezan Hesekê jî axivî û soza tolhildana şehîdan, berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê û opandina rêya şehîdan heya serkeftinê da.
Merasîma bîranînê bi pêşandana sînevîzyonekê bi dawî bû.