Çalakiya konvedanê ya li pêşiya avahiya NY a li Qamişlo di roja 18’an de dewam dike

Berxwedana li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê her ku diçe zêde dibin. Çalakiya konvedanê ya li pêşiya avahiya NY a li Qamişlo di roja 18’an de bi beşdariya şêniyên Til Hemîsê dewam kir. Şêniyên Amûdê jî li dijî êrişan daketin kolanan û peyama berxwedan û bilindkirina têkoşînê dan.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk di nava çalakiyan de ne.

Çalakiya konvedanê ya li pêşiya avahiya NY ali Qamişlo ku pêşengtiya HPC-Jin û hevkariya Kongra Star hatiye destpêkirin di roja 18’an de dewam dike.

Îro şênî û endamên saziyên sivîl ên Til Hemîsê tevlî çalakiyê bûn.

Li bin konê çalakiyê li ser navê Kongra Star a navçeya Til Hemîsê Edarî Fîhan axivî û êrişên dagikeriya Tirk li ser herêmê û hedefgiritina sivîlan şermezar kir.

Her wiha li ser navê êlên herêmê rûspiyê êla Şemer a navçeya Til Hemîsê Ehmed El-Şetî axivî û got, “dagirkeirya Tirk di nava bêdengiyeke navneteweyî de êrişên xwe li dijî şêniyan û bi taybet jin û zarokan pêk tîne.”

Ehmed El Şetî bang li hêzên navdewletî kir ku qada ezmanî ya herêmê li ber êrişên dagirkeriya Tirk bigirin.

Welatiyên Amûdê li dijî êrişan daketin kolanan

Şêniyên Amûdê jî îro bi jin, ciwan û zarokên xwe ji bo şermezarkirina êrişên li ser herêmê daketin kolanan.

Meşê li Qada Jina Azad heta Qada Şehîd Cîhad dewam kir.

Piştî meş veguherî mitîngê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Zîwer Elî axivî û got ku dewleta Tirk gelê Kurd û hebûna wan li her deverê dike armanc.

Rûspiyên Minbicê bi daxuyaniyekê êrişên li ser herêmê şermezar kir

Rûspiyên Minbicê jî li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê û hewledanên pêşxisitna têkiliyên bi Hikûmeta Şamê re daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku têkiliyên dagirkeriya Tirk bi Hikûmeta Şamê re wê li dijî gelê Sûriyê be.

Rûsipiyên Minbicê tekez kir ew ê li dijî her êrişekê li keleka rêveberî û hêzên parastinê bin.

Back to top button