Şandeyek ji Koalîsyona Navneteweyî bi rûspiyên Hesekê re civiya

Şandeyek ji Koalîsyona Navnetewî ji bo çareserkirina pirsgirêka avê, bi şêxeşîr û rûspiyên Kantona Hesekê re civiya.

Hesvseroka gerînedetiya Avê ya Kantoan Hesekê, hevseroka Komîteya Şaredarî û Hawîrdorê a Kantona Hesekê, Endamekî komîteya Şopandinê, û hejmarek ji şêxeşîr û rûspiyên Hesekê di civînê de amade bûn.

Di civînê de Pirsgirêka avê û zehmetiyên ku welatî ji ber birrîna avê dikşînin, nexweşiyên ku ji ber bikaranîna ava nepaqij derdikevin, hatin nîqaşkirin.

Hesvseroka gerînedetiya Avê li Kantoan Hesekê Sozdar Ehmed di civînê de ji şêniyên Kantona Hesekê daxwaz kir ku ava paqij ji Gerînendetiya Avê bi dest bixin, û ava bîran bi kar neynin.

Hejmara rewşên ku ji ber vexwarina ava nepaqij bi jehrî ketin, di civînê de hate nîqaşkirin

Di dawiya Civînê de, ji Koalîsyona Navnewteweyî hate xwestin ku banga şêniyên Hesekê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka avê bighînin cihên peywendîdar.
Piştî civînê, şandeya kolîsyonê serdana stasyona avê ya li Taxa El-Ezîziyê kir.

Back to top button