Duh şehîd Menal Mêrdîn li Şengalê bi merasîmeke haybet hat oxirkirin.
Şengaliyan cenazeyê şehîd bi karwanekî ji ber Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê ber bi goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedanê ve birin.
Girseyeke mezin ji xelkê Şengalê ji pêkhateyên cuda tevî serok eşîr, nûnerên rêxistin û saziyên Şengalê tevlî merasîmê bûn.
Piştî deqeya rêzgirtinê peyama malbata Şehîd Menal bi deng hate guhdarkirin.
Di peymanê de wiha hat gotin:
”Em sersaxî ji tevahiya gelê Kurd û civaka Êzidî re dixwazin û xwedîderketina gel a li şehîdên xwe spas dikin.”
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîda Hemed Bişar û TAJÊ jî Xoxê Cindî axivîn û ev tişt anîn ziman:
“Bi salane şehîd Menal ji bo Kurdistaniya têkoşiyaye û weke mamosteyekî zanebûnê ked daye.
Kesên îxanetkar û dibin hevkar ji dijmin re, ew xiyanetê li ola me dikin, em vê qebûl nakin.”
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweseriya Şengalê Hisên Sadon jî ev peyam da:
“Zanebûna şehîd Menal a ku daye xelkê Şengalê bi ti awayî nayê ser ziman, emê vê zanebûnê di piratîka xwe de pêk bînin.