Beşar Esad: Her hevdîtinek bi Tirkiyê re divê dawî li dagirkeriya li Sûriyê bîne

Beşar Esad di hevdîtina bi nûnerên Rûsiyayê de got, her hevdîtinek bi Tirkiyê re divê dawî li dagirkeriya li Sûriyê bîne û terorê rawestîne.

Esad derbarê hevdîtina bi nûnerê Rûsyayê yê Sûriyeyê Aleksandr Lavrentiev re diyar kir ku her hevdîtinek di navbera Şam û Enqereyê de pêk tên divê dawî li dagirkeriyê bînin da ku bi encam bibin.

Ji aliyê xwe ve, nûnerê Rûsyayê bo Sûriyê bal kişand ser vê yekê ku Mosko civîna sê alî ya wezîrên berevaniyê erênî dinirxîne.

Her wiha giringiya şopandin û pêşxistina van civînan li ser asta wezîrên derve bên li darxistin.

Back to top button