Îro li Bexdayê wê dosyaya petrola Başûrê Kurdistanê were nîqaşkirin

Îro li Bexdayê Wezareta Petrolê û şandeyeke hikumeta Başûrê Kurdistanê li hev dicivin da ku dosyaya petrolê nîqaş bikin.

Wezareta Petrolê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê îro şandeyeke hikumeta Başûr serdana Bexdayê bike.

Wezaretê da zanîn ku wê di navbera wan û Herêmê de, yekem civîna li ser biryara dadgeha Federal ya Iraqê a derbarê dosya nefta herêmê de be.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Wê her dû alî li ser dîtina mekanîzmeyek nû ji bo rêveberina dosya netê, kar bikin.

Ji bo guftugokirina dosyaya nefta herêmê me lijneyek taybet çêkiriye.”

Back to top button