Qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bi dawî bû

Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê ku 5 rojan dewam kir, bi dawî bûye.
Hate diyar kirin di operasyonê de, tevî gelek serçeteyan 125 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hatin girtin.

Hêzên Asayîşê li Kampa Holê civîneke çapemeniyê li dar xist û dawîkirina qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ragihand.

Daxuyanî ji aliyê berdevkê fermî yê Hêzên Asayîşê Elî El-Hesen ve hat dayîn.

”125 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hatin girtin”

Elî El-Hesen diyar kir ku di operasyonê de 125 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hatin girtin, ji wan 15 jin in û 20 jî berpirsên şaneyan û bûyerên kuştinê yên li kampê ne.

Her wiha di operasyona lêgerînê de pêdiviyên leşkerî û radarên eleketronîk ên ji bo amadekirina mayînan dihatin bikaranîn, hatin desteserkirin.

”Tevî girtina gelek çeteyan jî, hîna xeterî li kampa Holê heye”

Elî El-Hesen anî ziman ku tevî girtina gelek çeteyan jî lê hîna jî xeterî di kampê de heye û got,

“Serkeftina operasyona me atmosfereke ewle li kampa Holê peyda kir, lê bêyî piştgiriya navneteweyî dê ew yek demdirêj dewam neke.

Dem hatiye ku em vê derfetê bi kar bînin û bi hev re bigihêjin çareseriyeke mayînde.

Feraseta terorê û tundrawiyê hîna zindî ye û dewam dike û bi taybetî li hemberî zarokan, ku xetereyê li ser tevahî cîhanê çêdike.”

Elî El-Hesen destnîşan kir ku ew pabendî mafên mirovan û peymanên navneteweyî ne ku mafên mirovan diparêzin.

Back to top button