Konferansa 1. a Kombûna Jinên Zenûbya ya Minbicê

Kombûna Jinan a Zenûbya ya li Minbicê û gundewarê wê, bi boneya 7’emîn salvegera destpêkirina pêngava rizgarkirina Minbicê, îro yekemîn konferansa xwe li darxist. Di Konferansê de jinan dan zanîn ku jin piştî rizgarkirinê û bi saya belavbûna fikrê neteweya demokratîk xwe di hemû qadan de isbat kirin.

Îro salvegera 7’emîn a destpêka pêngava rizgarkirina Minbicê û gundewarê wê ji çeteyên DAIŞ’ê ye.

1’ê Hezîrana 2016’an de ji herdu eniyan; Qereqozaq û bendava Tişrînê dest pê kir.

Ew pêngav, pêngava berfireh a yekemîn a li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Kombûna Jinan a Zenûbya ya li Minbicê û gundewarê wê, bi vê boneyê îro 1’emîn konferansa xwe li darxist.

Dirûşam Konferansê ‘ Bi têkoşîna jinên rêxistinkirî em şoreşa xwe diparêzin û bigihin azadiyê’ bû.

Bi amadebûna endamên Nivîsgeha Kombûnê ya Mibicê, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî, partî û gelek jinên serbixwe dest pê kir.

“Jinên Minbicê piştî rizgarkirinê xwe di hemû qadên jiyanê isbat kirin”

Di konferansê de gelek axavtin hatin kirin û kesên axivîn gotin:

Jin li Rojhilata Navîn bi hemû cureyên zulmê re rû bi rû ye ku hişmendiya kapîtalîst û bavilsalarî bingeha wê ye.

Bi belavbûna fikrê neteweya demokratîk re şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ket, jinan saziyên xwe yên taybet û civakî ava kirin û li hember tundiyê li ber xwe da.

Her wiha piştî rizgarkirina jinan ji çeteyên DAIŞ’ê êdî jin di hemû qadên jiyanê de xwe isbat kir.

Piştî axavtinan perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan der barê jinan de û rapora kar û xebatên nivîsgehê ên du salan hatin xwendin.

Her wiha sernevizyoneke jî hat pêşandan, rêziknameya nivîsgehê hat nîqaşkirin û piştî nirxandinan, hatin erêkirin.

Di konferansê de beşdaran nêrînên xwe der barê nivîsgehê û xebatên wê de parve kirin.

Kesên axivîn diyar kirin ku ew ji bo azadiyê û tunekirina terorê, têkbirina zihniyeta baviksalarî têdikoşin.

Dê di dawiya Konferansa Kombûna Jinan a Zenûbya ya li Minbicê û gundewarê wê de encamnameyeke were derxistin.

Back to top button