Îro salvegera 7’emîn a destpêka pêngava rizgarkirina Minbicê û gundewarê wê ji çeteyên DAIŞ’ê ye.
1’ê Hezîrana 2016’an de ji herdu eniyan; Qereqozaq û bendava Tişrînê dest pê kir.
Ew pêngav, pêngava berfireh a yekemîn a li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.
Şervanê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Cewad El Umeyrî têkîldarî rizgarkirina Minbicê ev tişt anî ziman:
“Em 6 mehan di bendava Tişrînê de li benda destpêkirina pêngava rizgarkirina Minbicê bûn,
Ew pêngava ku xwedî li bangên şêniyan derket û bi fermandariya Feysel Ebû Leyla bi ser ket û çeteyên DAIŞ’ê têk bir.
Em ê heta rizgarkirina tevahiya xaka dagirkirî ya Sûriyeyê û pêkanîna armancên hevrêyên xwe, bidomînin.”
Şervanê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Erad Minbic jî wiha got:
“Bi saya giyanê destanî ya şervanên meclisê, QSD’ê, hevkariya xelkê bajêr, dayîna agahiyên leşkerî, serkeftin pêk hat.
Heta xilaskirina sûriyeyiyan ji dagirkirinê, em ê berxwedana xwe berdewam bikin.”