Roşîn Hido: Cezayên disiplînê têgehek siyasî ye

Tecrîda li dijî Rêber Apo her ku diçe tê girankirin.
Di demên borî de jî hat zanîn ji aliyê rejima qirker ve cezayên disiplînê hatiye dayîn.
Têkîldarî vê Parêzer û endama Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Roşîn Hedo nêrînên xwe anî ziman.

Rûşîn Hido diyar kir ku “cezayên dîspilînî” têgeheke siyasî ye û ev tişt anî ziman:

“Her kes dizane ku dadgeha Tirkiyeyê ne serbixwe ye û di xizmeta berjewendiyên hikumetê de ye.

Li ser vê esasî qanûn tên danîn û ferzkirin.

Di asta cîhanê de, girtiyên normal dikarin parêzer û malbatên xwe bibînin û bi cîhana derve re bikevin peywendiyê.

Hin mafên wan ên din jî hene. Rêber Ocalan girtiyekî siyasî ye, divê mafên wî zêdetir bin.

Rêxistinên navneteweyî û hiqûqî jî li hember vê rewşê bêdeng in.

Ji ber vê jî pêwîst e parêzer û malbat serlêdana Rêber Apo bikin, da ku agahiyekê li ser bi dest bixin.

CPT, serdana Tirkiyeyê dike. Lê belê têkildarî rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo tu agahî parve nake

Ev binpêkirina mafên rêbertî û tevahî gelê Kurd e.”

“Fikrên Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn rizgarî ye”

Back to top button