QSD: Di êrişa li Hirmê Şêxo de yek jê fermandar 4 hevalên me şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku di êrişa duh ya balafira bêmirov ya dewleta Tirk ya dagirker de,Yek fermandar 3 şervanê me şehîd bûn û 2 şervan jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişê daxuyanî da û got:

“Di salvegera Komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê de, dewleta Tirky a dagirker şervan û fermandarên me yên li dijî DAIŞ’ê şer dikin, kirin armanc

Di encama êrişê de Yek jê fermandar 3 şervanên me şehîd bûn û 2 şervanên me jî birîndar bûn.

Fermandar û şervanên me yên ku rastî êrişê hatin, di îcazeyan de bûn.

Yek ji hevrême yê fermandar şehîd Aram Mehmed Îbrahîm hevalekî gazî bû ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bûbû.

Hevalên me Diyar Cûma Xelîl, Ehmed Fadil Simo û Barzan Mistefa Şexmûs bi salan ji bo parastina Rojava tekoşîn dikirin.

Derbarê êrişê de agahiyên berfireh wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.”

Back to top button