Efrîn-Di mehekê de 35 welatî hatin revandin

Tenê di nava mehekê de li Efrînê 35 welatî ku di nav de 4 jin hebûn hatin revandin.
Li kêlek vî sûcî jî zêdetirî 2 hezar dar birîn.
Di çarçoveya guhartina demografî de jî 2 avahiyên mêtingehiyê li Şera û Cindirêsê ava kirin.
Bi darê zorê jî zêdetirî 2 hezar malbat di deriyê gundê Hemamê re şand Efrînê û lê bi cih kir.

Meha Tîrmehê jî ji binpêkirin û sûcên dewleta Tirk yên li dijî şênî û xwezaya Efrînê bê par nema.

Di nava mehekê de li Efrînê 35 welatî ku di nav de 4 jin hebûn hatin revandin.

Ev yek ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ve hat eşkere kirin.

Li gorî Rêxistinê:

“Dewleta Tirk di meha Tîrmehê de 35 welatî di nav de 4 jin revandin.

Kesên revandî ber bi cihekî nediyar ve birin.

Bi wê yekê hejmara revandiyan ji destpêka îsal ve zêdetirî 143 welatiyan e, di nav de 20 jin hene.

Çeteyan zêdetirî 2 hezar û 36 dar birîn

Li kêlek vê zêdetirî 2 hezar û 36 darên hawîrdor, zeytûn û henarê birîn.

Li navçeya Şêrawayê jî zêdetirî 250 darên zeytûnê şewitandin.

Hejmara darên ji destpêka îsal ve hatine birîn 15 hezar û 500 darên zeytûn, gûz, behîv û fêkî ne.

Zêdetirî hezar darî hatin hilkirin û zêdetirî 70 hektarên zeviyên ceh û genim hatin şewitandin.”

Dewleta Tirk a dagirker di avakirina avahiyên mêtingehiyê li Efrîna dagirkirî de dewam dike.

Dewleta Tirk 2 avahiyên mêtingehiyê li Şera û Cindirêsê ava kirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn û Sûriyeyê derberê vê yekê de jî ev agahî da:

“Dewleta Tirk bi rêya komeleyên îxwan 2 avahiyên mêtingehiyê yên din li navçeyên Şera û Cindirêsê ava kirin.

Ji bo qutkirina herêmên dagirkirî ji herêmên din ên Sûriyeyê û tev li xaka xwe bike dîwar li navçeya Şêrawayê lê kir.

Rêxistina Qeterî avakirina avahiyeke mêtingehiyê li gundê Elkê yê navçeya Şera bi dawî kir.

Ew avahî di destpêka 2020′an de hatibû destpêkirin.

Bi desteka rêxistinên îxwanî yên filistînî avahiyeke mêtingehiyê ya nû li navenda navçeya Cindirêsê ava dike.

Ev yek jî di çarçoveya guhertina demografiya herêmê de ye.”

Li gorî çavkaniyên ajansa ANHA’yê:

Dewleta Tirk bi darê zorê zêdetirî 2 hezar malbat di deriyê gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê re şand Efrînê û lê bi cih kir.

Ji sala 2018’an û heta niha, bi sedên sûcan li wir hatine tomarkirin û hîna jî ev senaryo dewam dike.

Back to top button