Gerîla li ser hev derbên giran li arteşa Tirk dixe

Di çalakiyên gerîlayan ên li Zapê de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, derb li helîkopterekê hate xistin.
HPG’ê ragihand, dagirkerên ku derb xwarin li Sidayê bi bombeyên qedexeye êriş kirin.

Dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastina yên Medyayê êrişên xwe didomîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê eşkere kir.

HPG: Li Zapê 6 dagirker hatin cezakirin

Têkildarî çalakiyên li dijî arteşa dewleta tirk HPG’ê ev agahî parve kir:

“Li herêma Zapê;

23’ê Tîrmehê li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Karker bi taktîka gerîla ya koordîneyî çalakiya serdegirtinê hate kirin.

Di encamê de 6 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn.

Qada Berxwedanê bi helîkoptera êrişê hate bombekirin, piştre jî bi helîkopterên Skorsky dagirkeran mirî û birîndarên xwe ji qadê birin.

Li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl jî 26’ê Tîrmehê dagirkerên li qadê bûn hedefa gerîlayan

Tîmên bi tevger 4 caran çalakiyên cuda li dagirkeran dan û pêşî li liv û tevgera wan hate girtin.

HPG: Derb li helîkopterekê hate xistin

27’ê Tîrmehê li heman qadê gerîlayên YJA Starê bi çekên giran li Helîkoptereke Skorsky ku dema hewl dida hêzên xwe li qadê dayne, dan û hate derbkirin.

Dagirkeran carek din bi bombeyên qedexe êriş kirin

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker ku derbên giran dixwe û windahiyan dide, qadên berxwedanê bi dijwarî bomberan dike û wiha got:

26 Tîrmehê dagirkeran carek din bi bombeyên taktîk nukleer êrişî çeperên me yên li Sîdayê kir.

Her wiha herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê,

bi giştî 14 caran bi balafirên şer û bi dehan caran bi topan hatin bombekirin.

HPG: Derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin

Back to top button