Mûrat Karayilan: Divê her kes li dijî tecrîdê bi erka xwe rabe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ragihand, derbarê tecrîdê de bang li her kesî kir ku bi taktîk û şêwazên dewlemend ve tecrîdê vala darxînin
Murat Karayilan dazanîn ku artêşa dagirker li Zapê asê maye û nema dikare encam bigre

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û bîlançoya şerê 8 salan ji radyoya Dengê Gel re nirxand.

Mûrat Karayilan destpêkê tecrîda giran a li Îmraliyê nirxand û got:

“Îro di şerê qirkirina gelê Kurd de pergala tecrîdê serwer e.

Bêguman dijmin ji pergala fikir û helwesta Rêber Apo ditirse. Ji bo dengê Rêber APO negihîje tevgerê û kadroyan û gel, tecrîdê weke pergalek didomîne.”

“Karayilan li dijî tecrîdê diyar kir ku di pêvajoya rexnedayînê de ne û ev bang kir:

Divê em bi çalakî, taktîk û rê û rêbazekên pir bi bandortir têkoşînê mezin bikin.

Ne bi tenê ji bo rakirina tecrîdê, ji bo azadiya Rêber Apo, divê em têkoşînê xurttir bikin.”

Mûrat Karayilan: Divê konferansa Lozanê bibe bingeha yekîtiya netewî

Karayilan konferansa Lozanê weke gaveke bi wate pênasekir û ev nirxandin kir:

“Lidarxistina konferansekê pir watedar e, qet nebe tê nîşandan ku gelê Kurd vê peymanê qebûl nake, gelê Kurd vê peymanê red dike û ji ser wê sed sal derbas bibe jî, gelekî watedar e.

Karayilan hêvî kir ku ev konferans ji bo pêşerojê kurdan û yekîtiya netewî bibe bingeh

Mûrat Karayilan: Tevî hevkariya NATO’yê nikarin encam bigrin

Karayilan dazanîn ku dagirkeriya tirk ev 8 salên dawî bi teknîka Nato her cûrê êrişan dike da ku gerîla tasfiye bike û sedsaliya lozanê wisa pêşwazî bike û ev nirxandin kir:

“Ev konsepta êrîşên 8 salên dawîn, di 24’ê Tîrmeha 2015’an de dest pê kir.

24’ê Tîrmehê salvegera Lozanê ye û peyama ku di vê rojê de dest bi êrîşan kir jî ev e ku dibêjin

‘Em bi biryar in, em ê we tune bikin, em ê koka we qir bikin.’ Li ser vî esasî 8 sal berê li dijî me şer îlan kirin û 8 sal in vî şerî dimeşînin.”

Mûrat Karayilan: Artêşa dagirker li Zapê asê maye

Karayian derbarê şerê dawî ku artêşa dagirker li Rojhilata û Rojavayê Zapê daye destpêkirin ev agahî da:

Dagirkeriya tirk cihê ku sala borî neçar mabû vekişe û em jê re dibêjin Girê Cûdî niha dixwaze careke din bi cih bibe.

Niha ciheke vala leşkerê xwe danîne, lê ew der di bin kontrola hevalan de ye. Li zapê asê bûne.

Piştî ku ew leşkerên xwe datînin û tevdigerin, heval li wan didin.

Dîmen jî hene, derb li helîkopterê hate xistin.

Gelek caran dema ku dikin tevbigerin heval li wan didin.

Di vê çarçoveyê de li wir şer heye.

Mûstafa Karasû: Polîtîkaya tecrîdê polîtîka qirkirina Kurd e

Back to top button