Newroz Ehmed: Dewleta Tirk ji bo êrîşa xwe ya nû li benda erêkirina hin aliyan ne

Dewleta Tirk a dagirker ev çend roj in asta êriş û gefên xwe li ser herêmê bilind kiriye.
Di derbarê gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed ji televizyona me Ronahî re axivî.
Newroz Ehmed diyar ku ew dixwazin rewş û aloziya heyî bi rêya diyalogê çareser bikin lê heger hat û şer qewimî ew ê jî bêbersiv nemînin.

Dewleta Tirk a dagirker ev çend roj in asta êriş û gefên xwe li ser herêmê bilind kiriye.

Bi taybet jî piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ev gef û êriş hîn zêdetir bûn.

Jixwe rojane li ser xetên eniyên şer Zirgan, Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê êriş û bombebaran her berdewam dike.

Têkildarî gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed ji televizyona me Ronahî re axivî.

Newroz Ehmed di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser gefên nû yên dewleta Tirk û ev got:

” Dewleta Tirk a dagirker xwe ji êrişeke nû li ser herêmê re amade dike û niha jî li benda erêkirina hin aliyên navdewletî ye.”

Newroz Ehmed: Eger şer derkeve wê tenê li hin herêman sînordar nemîne

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk eşkere kir eger şerek li herêmê derkeve, wê li herêmê sînordar nemîne û bandora xwe li tevahiya axa Sûriyê bike û got, “Lewma em bi hikumeta Şamê re di nava danûsitandinan de ne.”

Newroz Ehmed: Çi şerek li herêmê derkeve wê bandora xwe li şerê dijî DAIŞ’ê bike

Li ser hebûna hêzên garantor ên li herêmê û bandora gefên Tirkiyê li ser kamp û girtîgehên çeteyên DAIŞ’ê jî,

Newroz Ehmed: Em dixwazin aloziyê bi diyalogê çareser bikin lê ger şer qewimî em ê bê bersiv nemînin

Dawiya axaftina xwe, Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk Newroz Ehmed piştrast kir ew dixwazin rewş û aloziya heyî bi rêya diyalogê çareser bikin lê heger hat û şer qewimî ew ê jî bêbersiv nemînin.

Back to top button