Mismarî: Em ê nehêlin ev lihevkirin pêk were

Artêşa Netewî ya Lîbyayê banga şermezarkirina lihevkirina Dewleta Tirk û hikumeta Wîfaqê li civaka navdewletî kir.

Berdevkê artêşa Lîbyayê lîwa Ehmed Mismarî diyar kir ku ev lihevkirin serweriya Lîbya û hin
welatên din binpê dike.

Ehmed Mismarî destnîşan kir ku ev rê nabin ev lihevkirin pêk were.

Ji bo şermezarkirina vê lihevkirinê, îro welatiyên Lîbyayê dadikevin qadan.

Der barê rewşa li ser erdê jî, Mismarî anî ziman ku artêş derbasî gelek dever û taxên sereke yên paytexta Lîbya Terablûsê bûye û ragihan ku niha şerekî giran li derdora Terablusê rû dide.

Lîwa Ehmed Mismarî ragihand ku qonaxa dawî ya rizgarkirina Terablusê dest pê kiriye.

Leave a Reply

Back to top button