Dîmenê sûcên şer ên artêşa Tirk careke din hate kişandin

Dîmenê êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer ku artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya herêma Metînayê li dijî gerîla bikar anî û di encman de 4 gerîla şehîd bûn, hatin weşandin.

Artêşa Tirk a dagirker her roj sûcekî nû yê şer dike.

Dîmenê êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer ku artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya herêma Metînayê li dijî gerîla bikar anî û di encman de 4 gerîla şehîd bûn, hatin weşandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 18 û 20’ê Kanûna 2023’an de li ser êrîşan ev agahî dabû:

“14, 15 û 16’ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya li herêma Metînayê, çeperên me yên şer 41 caran bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî hatin bombebarankirin.

Her wiha carekê bi bombeya taktîk nukleer jî hate bombebarankirin.

Her wiha 18’ê Kanûnê jî li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya herêma Metînayê, çeperên me yên şer 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî hatin bombebarankirin.”

Back to top button