Li Rûsya hilbijartina Dumayê despê kir

Li Rûsya hilbijartina Dumayê despê kir.
Ji doh ve derê sindoqan ji bo 110 milyon dengdêran hate vekirin.
Di demeke ku lîderên mixalîfê di zindanê de ye, Serokdewletê Rûsya Putin serkeftina xwe misoger kiriye.
Li hember mixalîfan Putin banga çûyîna ser sindoqan kir.
Rêxistina Hevkariya Ewropa û Ewlekariyê (OSCE) şandina çavdêran ji bo hilbijartinan red kir.
Mijara hilbijartin li Kirimê jî careke din Kîev û Moskowa anîne pêşberî hev.

Li Rûsya hilbijartina Duma ya 17’ê Îlonê despê kirî wê heta 19’ê mehê dewam bike.

Tevî vê, wê li hinek herêmên federal ji bo rêveberî û parlamentoyê jî deng werin bikaranîn.

Beriya hilbijartinê di meha Çile de, Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin, lîderê mixalîfan Aleksey Navalny dabû girtin.

Tevî vê deshilata welat zextên xwe yên li ser dengê mixalîfan jî zêde kir.

Çavdêr jî dibêjin bi pilanên ku Putin pêk anîn, serkeftina xwe misoger kiriye.

Li welat û derveyî welat wê 110 milyon dengdêr dengê xwe bikar bênin.

Rapirsiyên beriya hilbijartinê hatin çêkirin jî dide nîşandan wê çûyîna ser sindoqan kêm be.

Putin yê ku vê yekê dizane, doh piştî bi rêya elektronîk dengê xwe bikar anî, banga kir ku dengdêr biçin dengê xwe bikar bînin.

Ukrayna li dijî hilbijartina li Kirimê bertekên tund nîşan da

Di hilbijartinê de wê îsal xelkên li Kirîmê jî dengê xwe bikar bênin.

Ev yek bû sedema Ukrayna bertek nîşan bide.

Hikumeta Ukrayna dibêje pêkanîna hilbijartinê li Kirîma ku 2014’an Rûsya ew dagir kirî, binpêkirina qanunên navnetewî ye.

Kîevê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku erka xwe pêk bînin.

Osce şandina çavdêran ji bo hilbijartinê red kir

Rêxistina Hevkariya Ewropa û Ewlekariyê (OSCE) şandina çavdêran ji bo hilbijartinan red kir.

Rêxistinê sedema redkirinê wekî “Rûsya nahêle li gorî pêwistiyê jimara çavdêran bişînin” nîşan da.

Di hilbijartina 18’ê Îlona 2016’an de, jimara kesên çûn ser sindoqan ji sedî 47,88 bû.

Mixalîf jî awayê hilbijartinê rexne dikin.

Mixalîf diyar dikin ku jimareke girîng ya berbijarên wan û serbixwe ji ber ‘guherandina qanûna tundiyê’ ji bo beşdarbûnê hatine astengkirin.

Berê, serokê dewletê bi erêkirina Duma serokwezîr destnîşan dikir û wî jî dikarî cîgirên serokwezîr û endamên kabîneyê diyar bike û ji erk jî bigre.

Piştî guhrîna destûrê, divê serokê dewletê ji bo erkdarkirina serokwezîr, cîgirên serokwezîr û wezîrên rêvebir erêkirina Duma bistîne.

Back to top button