ŞÊNIYÊN BABÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ MEŞEK LIDAR XISTIN

Bi dehan şêniyên bajarê Babê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye dagirkirin li dijî dagrekeriyê meşek li dar xistin.
Di meşê de siloganên “Erdogan bibihîze artêşa te zalim e” berz kirin û bang derketina dagirkeriya Tirk ji bajêr kirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji dema dagrkeriya wê li ser xaka Sûriyê bargehên xwe yên leşkerî bi cih kirine .

Ji ber van bargeha şêniyên wan herêman naçarî koçberiyê hatine kirin.

Mînaka vê yek jî li çiyayê Şêx Eqîl ku çiyayekî di hundirê bajarê Babê de ye.

Çiyayê Şêx Eqîl li ser tevahî taxên bajarê Babê serweriyê dike.

Beriya dagirkeriya Tirk nexweşxaneyek Wetenî ku li ser lûtkeya çiya bû û mezintirîn e li bejahiyên Helebê hebû.

Her wiha dibistanên seretayê, mizgeft û li rexê jî nêzî 150 malan jî hebû.

Yê girîngtirîn li serê çiyayê Şêx Eqîl xezana avê ku tevahî bajar û hin gundewarên wê ava jê vedixwar, hebû.

Ev hemû bûn bîranîn piştî hatina dagirkeriya Tirk û bicihkirina baregeha leşkerî li serê çiyê bû.

Şêniyên çiyayê Şêx Eqîl li pêş çavên xwe wêrankirinên malên xwe bi destên dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ’ê dîtin.

Dagirkeriya Tirk îdîa kir ku wê temînat bide xwediyên malên wan ên hatine wêrankirin, lê ta niha pêk ne-aniye.

Şêniyên çiyayê Şêx Eqîl îro temînat bicihkirinê dixwazin.

Hê jî bajarê Babê ji ava vexwarinê di encama wêrankirina xezana avê ya sereke û avakirina projeyên dagirkeriya Tirk li xaka Sûriyê de, mehrûm û bê par in.

Li rexê tevliheviyên ku li herêmên dagirkirî ji teqandin, dizîn û revandinê bi mebesta fidyeyê rû didin jî, hene.

Duh roja yekemîn a cejnê li herêmên dagirkirî ku dewleta Tirkiyê ragihandi bû.

Yek ji van bajaran jî Bab bû.

Bi dehan şêniyên taxa çiyayê Şêx Eqîl kom bûn û li dijî dagrkeriyê meşek lidar xistin.

Leave a Reply

Back to top button