Erdgoan: Emê li Idlibê paşve naçin

Di demekê ku Hêzên Rejîma Sûrî pêşketina xwe li gundewarên Başûrê Idlibê dewam dike, îro şandeyek Rûsî serdana Tirkiyê dike.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî, rawestandina Tirkiyê li hemberî Rûsyayê, girîng dibîne.

Erdogan ragihand ku ewê li Idilibê paşve neçin û hêzên rejîmê vegerînin paş nuqteyên çavdêriyê.

Bi pêşketinên rejîma Sûrî li Idlibê û gurbûna şer re, nakokiyên di navbera Rûsya û dewleta Tirk de kûrtir dibin û îro şandeyeke Rûsî serdana Enqerê dike.

Serokomarê Tirkiye Erdogan careke din gef li hêzên rejîmê xwar ku ew li Idlibê paş ve venagerin û ew ê hêzên rejîmê vegerînin paş nuqteyên çavdêriyê.

Erdogan got:

Bi dawiya meha sibatê re, em ê herêma li derdora nuqteyên çavdêriyê yên li Idlibê, bi temamî kontrol bikin.

Erdogan ku heta niha nikare balafirên xwe li Idlibê bikar bîne, îro diyar kir ku ev pirsgirêkeke li pêşiya wan e û di demeke nêz de wê were çareserkirin.

PENTAGON: ROLA TIRKIYÊ LI DIJÎ RÛSYA GELEKÎ GIRÎNG E

Ji aliyê xwe ve Amerîka hewl dide nakokiyên Rûsya û Tirkiye ji xwere weke fersendekê bikar bîne û Tirkiye ber bi xwe ve bikişîne.

Fermandarê Fermandariya Hêzên Amerîka General Tod Woltiz got,

“Rûbirbûna Rûsya û Tirkiyê li Idlibê hîna jî dewam dike, eger berjwendiyên li dijî Rûsya bi hêz bibin, wê hevkariya Tirkiyê û Amerîka di çarçoveya NATO’yê, yan jî di asta duyemîn de, gelekî baş bibin”.

POMPEO: ŞAM, TEHRAN Û MOSKOVA NAHÊLIN AGIRBEST ÇÊBIBE

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka jî, Şam, Mosko û Tehran, bi astengkirina agibestê li Sûriyê tewanbar kir û ev tişt anî ziman:

“Ji ber van hersê aliyan, zehmet e agirbest pêk were û heta nahêlin Komîteya Destûrî jî çê bibe.”

Pompeo got;

“Ji bo gihandina alîkariyê ji Sûriyê re, wê Amerîka hevkariya xwe bi NY re dewam dike û alîkariyê derbasî Idlibê bike”

Back to top button