Li başûr mamoste mûçeyên xwe nagrin..xwendekar berdêla wî didin

Xwendekarên refa 12’an ya amadeyî carek din li Silêmaniyê xwepêşandan lidarxistin.
Xwendekar daxwaz dikin dema xwendinê ya îsal were dirêjkirin yan jî bernameya xwendinê were kêmkirin.
Xwendekaran gotin, berpirsê zerera li me bûye desthilate.

Hikûmeta başûrê kurdistanê ji ber qirîza aborî siyasî nikare mûçeyên mamosteyan bide.

Li silemaniyên xwendekarên refa 12’an ya amadeyî li ber rêveberiya giştî ya perwerda Silêmanyê kom bûn û bi meşê heta ber rêveberiya perwerda rojavayê Silêmaniyê çûn.

Xwendekaran di meşê de bi dirûşman xwestin wezîrê perwerdê îstifa bike.

Di derbarê sedemê xwepêşandanê de xwendekar Bano Ferîdun axivî û got:

“Ji ber boykota mamostayan em zerermend bûne.

Daxwaza me ewe ku bernameya xwendinê were kêm kirin.

Ev sê mehin mamostayan muçeyên xwe negirtine û ji ber wê boykot kirine.

Berpirsê vê rewşê wezîrê perwerdê û hikûmete.

Xwendekarê bi navê Ebdullah Selah jî diyarkir ku divê hikûmet daxwazên wan bicih bîne û got:

“Heta niha hikûmetê ti bersivek me nedaye.

Ji Havînê ve em vê qehrê jiyan dikin. Ev jî di stûyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê de ye.”

Back to top button