Li Silêmaniyê komkujiya Kobanê hat şermezarkirin

Rêxistinên jinan ên Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê komkujiya dewleta Tirk a li Kobanê şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kirin ku li dijî komkujiyên dewleta Tirk helwest nîşan bidin.

Di saetên êvarê de li  Silêmaniyê, çalakiyek nerazîbûnê li dijî komkujiya dewleta Tirk a li gundê Helincê yê Kobanî hate lidarxistin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek li ser navê rêxistinên jinan hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk û qetilkirina her sê jinên Kurd li Kobanê hate şermezarkirin.

Her wiha daxwaz ji jinên Başûrê Kurdistanê hate kirin ku li dijî komkujî û êrîşên dewleta Tirk helwestek cidî nîşan bidin.

Di daxuyaniyê de bang li tevayî rêxistinên mafê mirov û Netewên Yekbûyî hate kirin ku bêdengiya xwe ya li ser komkujiyên dewleta Tirk bişkînin û dawî li tawanên dewleta Tirk bînin.

Back to top button