Derbarê kuştina Denîz Cevdet 2 kes hatin binçavkirin

Derbarê doza kuştina Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun, 2 kes hatin binçavkirin. Lê kujerê Denîz Cevdet bi xwe reviyaye Bexdayê û lêgerîn berdewame.

Di 18’ê Îlonê de êrişî Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya li Hewlêrê hate kirin û encamê de Nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun şehîd ket.

Parêzerê doza şehîd Denîz Cevdet Aso Haşim axifî û got:

“2 tometbar li ser doza kuştina Denîz Cevdet hatine binçavkirin.

Kujerê Denîz Cevdet jî reviyaye Bexdayê.

Yên hatî binçavkirin temenê yekê 45 salî û yê din jî 38 salî bû.

Her 2 kes jî ji tirkin.

Her wiha tometbaran li xwe mikûr hatine, lê kujerê Denîz Cevdet bi pereyan kirê hatiye û ji netewa Erebe.

Kujer reviyaye Bexdayê û dezgeha emnî bi girtina kujer re mijûlin.

Rêkar bi şêweyek yasayî rêve diçe. Li gorî yasaya terorê tawanbar dê werin darizandin.”

Back to top button