Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê-TJK-E di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê cotmehê de li seranserê cîhanê hate destpêkirin, kon danî.
Li bajarê Darmstadt ê Almanyayê ji bo azadiya Rêber Apo kon hat danîn.
Çalakî li Darmstadt Lisenplatzê hat lidarxistin.
Di çalakiya konvedanê de belavok û broşur hatin belavkirin.
Çalakvanan di çalakiyê de bal kişandin li ser tecrîda li dijî Rêber Apo.
Di çalakiyê de banga tevlîbûna meşa mezin a bi daxwaza rakirina qedexeya PKK’ê di 18’ê Mijdarê de li Berlînê bê lidarxistin, hate kirin.