Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya NY’ê dewam dike

Çalakiya rûniştinê ya ku ji 2011’an ve li Swîsreyê bi armanca azadiya fîzîkê ya Rêber Apo hat destpêkirin dewam dike.
Di çalakiya vê hefteyê de banga berpirsiyariyê li saziyên navneteweyî hat kirin.

Di çalakiya vê heftiyê de Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Tûba Yilmaz axivî.

Tûba Yilmaz bal kişand ser tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan û got:

“Em ê xwedî li pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Apo derkevin.

Heta ku ev pêngava bi serketinê tacîdar bibe wê têkoşîna me bidome.

Li ser navê komîteya çalakiya rûniştinê ya Cenevreyê Kasim Erîk jî axivî û got:

CPT xwe weke saziyeke li dijî êşkenceyê pênase dike.

Dema mijar dibe Rêber Apo ev saziyên ku îdia ku li dijî êşkenceyê ne bêdeng dimînin.

Divê CPT, NY û saziyên rayedar berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.”

Piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeyan çalakiya rûniştinê dewam kir.

Li Parlementoya Îtalyayê banga azadiya Rêber Apo hat kirin

Back to top button