Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo danîna bernameyeke 25′ê Mijdarê civiya.
Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rojên borî de ji bo danîna bernameya çalakiyên 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê civiya.
Platform hewl dide xebatên tevgerên jinan di çarçoveya çalakiyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş bixe û destekê bide doza jinan li Sûriye û cîhanê.
Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Qasim axifî û got:
“Bernameya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê de dê semîner li hemû gund û bajaran werin dayîn û panelên diyalogê û meşên girseyî dê bên lidarxistin.
Bernameya pêngavê jî dê bi daxuyaniyekê were aşkerakirin.”