Konseya Ewropa nerazîbûn nîşanî polîtîkayên Ewropa yên ser koçberan, da

Konseya Ewropayê diyar kir ku ji ber polîtîkayên nebaş yên dewletên Ewropayê bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan.

Di rapora Konseya Ewropayê de di mijara parastina koçberan de işaret bi “kêmaniya îradeyê” ya dewletên Ewropayê hate kirin.

Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Dûnja Mîjatovîc got,

Welatên Ewropayê, ji bo kesên hewcedarî parastina me ye li derveyî sînorên me bihêlin, di nava pêşbirkekê de ne ku encamên xwe giran e.

Mîjatovîc diyar kir ku ev polîtîkayên nebaş, zerarê dide mafên mirovan û dibe sedema mirina bi hezaran kesî.

Di navbera Hezîrana 2019’an û dawiya sala 2020’î de li gorî çavdêriyê û hesabên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî zêdeyî 2.600 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Di raporê de hate ragihandin ku bîlançoya rastî ji vê zêdetir e ku xeniqîna li deryayê bi giranî nakevin ber radarê.

Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê bang li welatên endamên Konseya Ewropayê kir ku ji bo parastina jiyana koçberên li Derya Spî derbas dibin, tedbîran werbigirin.

Back to top button