Xanî li Ermenîstanê hewşa wê li nav sînorê Azerbeycanê ma!

Şerê di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê yê li herêma Qerebaxa Çiyayî bidawî bû û sînor careke din têne xêzkirin.
Vê yekê jî hişt ku hinek gund bibin dubeş û heta baxçeyê hinek xaniyan jî bibe xaka welatê din.

Sînor, xanî û cihê lawiran yê Stepan Movsisyan yê ji gundê Çurnuh kir dubeş.

Jêre hat gotin mala te li Ermenîstanê ye.

Lê cihê lawirên wê yê ku di hewşa wî de ye, êdî li nava sînorê Azerbeycanê ye.

“Li gorî GPS sînor di vir re derbas dibe.” weke cotkarê Ermen yê 71 salî dibêje.

Ev çawa dibe? û pirs dike.

Di dema van axaftinan dike de tenê bi durahiya çend metreyan du leşkerên Ermen ên ku tiliya wan ser tetîka kaleşnîkofê bi baldarî vî cotkarî dişopînin.

Di şerê ku Îlonê dest pê kirî û 6 hezar kesî jiyana xwe ji dest dayî de, Ermenan windahiyek giran dan.

Rêveberiya Êrîvanê ku 1990 ev herêmên ku ji Azerbeycanê standî careke din neçar ma radestî wan bike.

Sînorên ku di encama peymana bi navbeynkariya Rûsya ya di nava herdû welatan de hatî îmzakirin bû sedema ku Êrîvan sînorên nû yên hatine xêzkirin bipejirîne.

Aha… gundê Çurnuh jî tam li ser vî sînorê nû ye.

Li gorî sînorê di nava demên kin hatî xêzkirin de rêya di nava gund re derbas dibe, weke sînor hatiye diyarkirin.

Li herdû aliyên rê, leşkerên Ermen û Azerî yên destê wan li ser tetîkê ye û hev dişopînin tê dîtin.

Di nava herdu kampan de jî hêzên ewlekariyê yên Rûs cih digrin.

Lê wê ev hêz çiqasî li vir bimênin ne diyar e.

Ji ber ku leşkerên Rûsya ji bo herêma Qerebaxa Jorîn hatîn şandin, ne di nava hêzên aştiyê yên Rûsyayê ku wê 5 salan li herêmê bimênin de ye.

Back to top button