Koçbera ji Humsê ê bi navê Xeyriye Mehmûd El Ehdeb ji bo ku debara xwe bike, çay, qehwe û vexwarinên germ difroşe.
Xeyriye Mihemed El Ehdeb a ji parêzgeha Humsê koçber bûye dayika 8 zarokan e.
Xeyriye her sibeh şiyar dibe û pêwîstiyên çêkirina çay û qehweyê amade dike û dixe sindoqekê.
Piştre sindoq li milê xwe dike û berê xwe dide cihê kar an ku çerxerêya Embare-navneteweyî ku bi çend kîlometreyan ji gundê lê dimîne dûr e.
Xeyriye (50), sala 2016`an di aloziyê de ji warê xwe Humsê bû û li gundê Keçek Ereb ê bajarokê Girbawî yê başûrê Qamişloyê bi cih bûye.
Xeyriye basteya xwe li rexrê bi cih kiriye û li benda rêwiyan e ku ji cem wê vexwarinên germ bixwazin û bi erzanî bifroşe wan.
Têkildarî sedema koçberiya ji Humsê Xeriye got: “Li Humsê ewlehî nîn bû, tevlihevî belav bû.
Li ser keçên xwe ditirsîm ji ber wê min berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser ku ewlehî û aramî lê heye. “