Li Wanê şevê din balafireke keşfê ya dewleta Tirk ket xwarê û 2 jê pîlot 7 polîsên Tirk yên di balafirê de mirin.
Rayedarên dewleta Tirk ragihandin ku li Wanê li çiyayê Artosê balafireke keşfê ketiye xwarê.
Hat idiakirin ku balafir di encama qezayekê de dema ku nizm bûye ketiye.
Hat ragihandin 2 jê pîlot 7 polîsên Tirk yên di balafirê de mirine.
Wezîrê Karê Hundir yên Tirk jî ketina balafirê piştrast kir.
Nehat zanîn bê balafir ji aliyê gerîlayên HPG’ê de hatiye xistin an na. HPG’ê heta niha derbarê mijarê de daxuyanîyek nedaye.
Li Berwarî şer 2 polîsên dewleta Tirk hatin kuştin
Li navçeya Berwarî ya Sêrtê jî şevê din di navbera artêşa Tirk a dagirker û gerîlayên HPG’ê de şer derket.
Di encama şerê ku derketî de herî kêm 2 polîsên tîmên taybet hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.