Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişlo û Hesekê 3 bikarhênerên narkotîkê girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser Malpera xwe ya fermî ev agahî parvekir:
23′yê Cotmehê Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê bi hevkariya endamên Têkoşîna Dijî Sûcan li taxa Teyî ya Qamişloyê bi ser bikarhênerên narkotîkê de girtin.
“Di sergirtinê de 183 gramên narkotîk û 13 hebên kaptagonê hatin desteserkirin.
22′yê Cotmehê jî firoşkarekî narkotîkê li Hesekê hat girtin û li gel wî mîqdarekî mezin ê narkotîkê hat desteserkirin.”
Hêzên Ewlekariya Hundirîn careke din teqez kir ku ji bo parastina civak û çanda wê hêzên wan wê têkoşîna xwe bidomînin û bang li welatiyan kir ku dema tevgereke bi guman dîtin agahiyê bidin, da ku ev nexwşî ji holê rabe