Binpêkirinên li dijî rojnamevanan li Tirkiyê her diçe ber bi rewşekî kembax ve diçe.
Komeleya Rojnamevan a Dîcle Firatê-DFG “Rapora Binpêkirinên Mafa a meha Cotmehê” parve kir û got:Di meha borî de 12 rojnamevan hatin binçavkirin, 3 hatin girtin, 119 jî hatin darizandin
DFG bang li aliyên demokratîk kir ku li dijî zextên desthilatê dengê xwe zêdetir bilind bikin.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê meha Cotmehê ji aliyê rojnamevanan ve dîsa xerab derbas bû.
Di meha borî de 12 rojnamevan hatin binçavkirin, 3 hatin girtin, 119 jî hatin darizandin
Her wiha 2022 nûçe û 682 naveroka parvekirinên medyaya dîjîtal hatin astengkirin.
Komeleya Rojnamevan a Dîcle Firatê-DFG bi van agahîyan “Rapora Binpêkirinên Mafa a meha Cotmehê” parve kir.
DFG: 63 Xebatkarên çapemeniyê hê jî di girtîgehan de ne
DFG’ê bi bîr xist Hevseroka Komeleya wan jî di nav de 63 xebatkarên hê jî di girtîgehan de ne û got:
“Ji aliyê raya giştî ve baş tê zanîn ku ev rewş çawa li pêşiya azadiya raman û îfadeyê astengiyeke mezin e.
Ji ber vê yekê em banga xwe dîsa dubara dikin, divê hemû rojnamevan demildest bên berdan.
DFG: Destê xwe ji rojnamevanan bikişînin
DFG’ê balkişande li ser daneyên muameleya xerab ên li dijî hempîşêyên wan û wiha got:
Hewldanên kontrolkirinê yên rojnamevan û saziyên çapemeniyê yên lê dixebitin, bi tenê bi zext û astengdariyên ji rêzê nikarin bên ziman.
Divê were zanîn ku heke rojnamevan azad û ewle nebin tu kes bi ewle nîne.
Ji ber vê yekê, destê xwe ji rojnamevanên ku yekane armanca wan ew e ku nûçeyên rast ji raya giştî re ragihînin, bikişînin.
Bihêlin bila pênûsên azad zêdetir bibin û rojnamevaniyeke baştir bê kirin.
DFG: Li dijî zextên desthilatê dengê xwe bilind bikin
Li dijî zextên desthilata Tirkiyê a faşîst, Komeleya Rojnamevan a Dîcle Firatê-DFG di dawiyê de bang aliyên demokratîk kir ku dengê xwe zêdetir bilind bikin û rojnamevanan biparêzin.