Meclisa Jinan a PYD’ê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê semînerek li ser felsefeiya azadiya jinan a Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, da.
Meclisa Jinan a PYD semîner li taxa Şêxmeqsûd a Helebê da.
Semîner bi amadebûna endamên PYD’ê hate dayîn.
Rêvebera PYD’ê Zeyneb Elî destnîşan kir ku dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ne ji valahiyê hatiye û girêdaneke xurt di navbera wateyên van peyvan de heye.
Zeyneb got:
Rizgariya jinan û têkoşîna wan bi tevgera Apoyî re derket pêş.
Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiyê nîşanî jinan da û azadiya wan bi azadiya civakan ve girê da, ji ber wê jî pergalên desthilatdar hewl didin bi hemû rêbazan îrade û azadiya jinan têk bibin.