Asayişê yek ji serçeteyên şaneyên DAIŞ li Til Koçer hat girtin

Hêzên Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî girtina bazirganên narkotîkê li Qamişlo û Hesekê, li bejahiya navçeya Til Koçer serçeteyekî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê girt.

Malpera fermî ya Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Asayişê diyar kir ku hêzên wan û Hêzên Taybet (HAT) şeva Sêşemê 7’ê Mijdarê li bejahiya navçeya Til Koçer operasyonek li dar xistine.

Di operasyonê de yek ji serçeteyên şaneyên DAIŞ’ê girtin.

Asayişê diyar kir piştî bidestxistina agahiyên teqez derbarê cihê şaneyeke terorîst a li navçeya Til Koçer, operasyon lidarxistin e.

Hêzên Asayişê anî ziman ku operasyon di çarçoveya tolhildana 29 şehîdên hêzên dijî madeyên narkotîkê de pêk hat.

Back to top button