Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker 68 caran bi çekên giran êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kiriye.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê a derbarê êrişan wiha ye:
“Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.
8 û 9’ê Adarê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM’ê, Qadên Çarçêl û Girê Ortê yên Metînayê û Qadên Çemço û Sîdayê rastî êrişan hatin.
Dagirkeran ev çeperên berxwedanê 68 caran bi obus, tank û çekên giran bombe kirin.