141 Darên zeytûnê li Efrîna dagirkirî hatin birîn

Sûcên dijmirov û aloziya li herêmên dagirkirî taybet li Efrînê roj bi roj zêde dibin. Çeteyan 141 dar birîn û vê carê li gundê Kaxira mizgefteke din anî xwarê. Li Babê jî li dijî Meclisa Xwecihî xwepêşandanek hat lidarxistin.

Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî dewam dike.

Malpera ”Efrîn POST” ê ragihand ku çeteyên Elhemzat 97 darên zeytûnan li Şera û Cindirêsê birîn.

Hate diyarkirin ku 65 dar jê milkên welatiyê bi navê Husnî Arif Elî yê ji gundê Qocman in.

32 dar jî milkên welatiya bi navê Cemîla Arif a ji gundê Qerteqlaq bûn.

Tora çalakvanên Efrînê jî diyar kir ku çeteyên Elemşat 44 dar birîn.

Ev dar jî milkên welatiyê bi navê Ebdurehman Hemsûrwah in.

Gelek ji van daran ji kokê ve têne birîn û pişt re li herêmên dagirkirî wekî êzing têne firotin.

Çeteyan mizgefta gundê Kaxira ya Mebata anî xwarê

Ev mizgeft li ser destê çeteyên Elemşat li gundê Kaxira yê Mebatayê tê xerabkirin.

Çeteyan bi behaneya ku qelş ketine mizgeftê wê tînin xwarê, lê di rastiyê de ji ber şerê giran ê di navbera komên çeteyan de, mizgeft ziyan dîtibû.

Em jî bîr nekin ku beriya niha jî çeteyan li gundê Gimrûk mizgeftek û li gundê Meydan Ekbes jî mizgeftek anîbûn xwarê.

Li dijî Meclisa Xwecihî xwepêşandanek li Babê hat lidarxistin

Rewş li Babê jî aloz e û şêniyên wê her li dijî Meclisa Xwecihî ya girêdayî Tirkiyê di nava xwepêşandanan de ne.

Di xwepêşandanan de şêniyan bang kir ku tevliheviya li herêmê û gendeliya li saziyan çêdibe, were rawestandin.

Back to top button