Hêzên rejima Îranê 7 welatiyên Raperîn binçavkirin

Hêzên rejima Îranê 7 welatiyên herêma Raperîn a Başûrê Kurdistanê ku li Qendîlê, girtin û heta niha jî çarenusa wan ne diyar e.

Li gor agahiyên Rojnews, doh hejmarek welatiyên herêma devera Raperîn a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ji bo komkirina giyayên Buharî, berê xwe dan Dola Şêx Ayşê ya li Qendîlê.

Di nava sînorê Başûrê Kurdistanê de ew ciwan ji aliyê pasdarên rejima Îranê ve hatin gulebarankirin, hinek hespên wan kuştin û 7 kes jî binçav kirin.

Li gorî agahiyan, ji wana 3 kes xelkê gundê Piştaşanin, 2 kes xelkê gundê Kaskanin û 2 kes jî xelkê gundê Maxumeznan in.

Heta niha çarenûsa wan her heft welatiyan nayê zanîn, malbatên wan jî daxwaz ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin ku destwerdan bike.

Back to top button