Destpêka meha Hezîranê wê mazot bi kartên nû were belavkirin

Hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku wê ji bo erebe zêde li pêşiya stasyonên sotemeniyê kom nebin wê karzên mazotê yên taybet 1’ê Hazîranê belav bikin.

Têkildarî mijarê hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq El-Xelef axivî û got:

“Li ser bingeha nîqaşa bi hemû Nivîsgehên Sotemeniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dê destpêka meha Hezîranê mazota germkirinê were belavkirin.”

Sadiq El-Xelef diyar kir ku li gorî plansaziya wan danîne dê belavkirina mazota germkirinê 12’ê Kanûna 2022’an bi dawî bibe.

Têkildarî pêşîlêgirtina qarbalexa li pêşiya stasyonên sotemeniyê El-Xelef got: “Em ê li gorî kartên par kartên elektronîk ji bo sotemeniyê veqetînin.

Ger derxistina hemû kartan bi dawî nebe dê li gorî kartên par mazotê bidin.

Sadiq El-Xelef da zanîn ku her erebeyek dê li gorî cure û mezinahiya wê her hefte mazotê werbigire û divê ajokar di rojên ku hatiye veqetandin de, mazotê werbigirin.

Back to top button