Bi dîmen..Li kampa Holê operasyon dewam dike

Duh hêzên leşkerî û ewlehiyê li kampa Holê dest bi operasyoneke berfireh kir û agahiyên malbatan ji nû ve belge kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li kampa Holê hewl didin rê li pêşiya tevliheviya jinên DAIŞ`î bigirin, lewma duh sibê li beşa Muhacerat a kampa Holê dest bi operasyoneke berfireh kir û bi rêya saziyên ewlekariyê û leşkerî yên peywendîdar navên malbatan belge dikin.

Piştî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) qonaxa yekemîn a Pêngava Tunekirina Terorê li herêmên başûrê bajarê Hesekê û gundewarên bakur û rojhilatê bajarê Dêrazorê bi dawî kir, duh bi şev YPJ`ê li beşa Muhacerat a malbatên biyanî yên DAIŞ`ê dest bi hemleya kontrolkirinê kir.

Hêzên ewlekariyê û leşkerî hewl didin şaneyên DAIŞ`ê yên ku muhtemel e jinên çeteyên DAIŞ`î li nava kampê ava kirine, têk bibin û di heman demê de ji ber ku di demên dawîn de li vî parçeyî gelek sûc pêk anîn, hêzên leşkerî jî xwest rê li pêşiya van sûcan bigirin, perwerdekirina zarokan li ser esasê fikrên tundraw û dadgehên ku jinan dane avakirin, bisekinînin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê û hêzên ewlekariyê yên parastina kampê  beşdarî hemleya YPJ`ê bûne.

Piştî QSD`ê Adara derbasbûyî baregehên dawîn ên li bajarokê Baxozê têk birin, li kampa Holê zêdetirî 40 hezar kes ji wan jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê lê bi cih bûne, lewma ji xeternaktirîn kampan e. Her wiha 27 hezar koçber û penaberên ji Iraqê jî li kampa Holê bi cih bûne.

Hemleya tunkirina şaneyên DAIŞ`ê ji saetên sibê ve dest pê kir, beşa Muhacerat kirin 6 beş û ji bi rêya têlan ji hev qut kirin, qedexeya derketina derve ragihandin, hemû welatiyên li kampê, kamp û beşa Muhacerat kontrol kirin.

Duh Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da û tê de amaje pê kir ku bi rêya hêzên xwe yên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, her wiha Kaolîsyona Navdewletî hewl didin ewlehiyê mîsoger bikin û rewşa li kampê baştir bikin.

Back to top button